Welat bendewarê min û te

Welat bendewarê min û te
28 February 2026
Welat bendewarê min û te Keçê rindê bêhn fire be Xwendevan zana û welatparezî li te ferze Dem hatiye em herin xanî çêkin li Licê Li Germa havînê em nemînin benda sî ya dagirkeran Payîzê em herin ser rezan şîranî çêkin ji tiriyê Fêkîyan topkin ji bexçan hişk bikin li ser xaniyan Genim bihêrin li aşê avê Nan bipijînin li tendûran Hungiv û meşlûlan dims û bastêqan têkin kûpan Kîlelan tijîkên zexîran Gîya biçinî ji mêrgan kayê ji beynderan tijî bikin kadînan Ezing topkên ji dehlan Çilo jekin embarkin liber malan Zivistanê em germ û têr bin li meclisan Dewar birçî nemînin li axuran Biharê taxim bajon li beyaran bi destan War kesk û şên Keç û xort xebatkar û govendvan bin Li aliyê din şîn û şanî Jiyana serbilindî, li welatê serbixwe Jibona min û te Saygılarımla, Hisên Baybas 24-09-2020 Not: embarkin(ambarlamak)