Dil xweş hişyar û serbilindim

Dil xweş hişyar û serbilindim
28 February 2026
Dil xweş hişyar û serbilindim Zinarim ez tu pirabacık weka mij û dû li dora min Çîya me ez li welate xwe Tu hebika teyrikê Dibarî li ser min bi hêrîjîyayî Dihelin li serte dirjin tevahî Ez mêrgim li deşt û çolan Tu baranî ji min dûr Te dît ez kulîlkim tu gewirî ji çawbirçîtî Te li ser min danÎ wek mêşa hungiv Tu misiyayî bi xuna min têra te nekir Te rihê min derzî kir bi jehra xwe Min nedi gemarîya te Berşêdayî bun ji çawen min Dengê vıze vıza te ma li gahên min Zivistanê tu li yabanê mayî bêxwedî Li serman tu dileriziyan û qevizî bun Şev  tarî bûn tu bê war Min cî da te li mala xwe Êzing dam kuçikê agir  kir jibona te Dû  kişiya ji pixêrîyê Germ û ronahÎ çê bu li dora te Tu bi tirs û bê mecal bun Pir westiyayî û bê hêvî bun Min doşek raxist  binê te Ji heriya berxikên kurdan Ez bûm lihêf lefîyam li laşê te Tu xwedi buyi bi xwêydana keda min Mijiyayî bi xûna min Bihar hat tu wenda bu yî carek din Kurdim ez dil çire Tu cinarê reben û nan kor Here rêka xwe bibîne jixwere yekî weka xwe Ji yên wek te re cîh tineye li war û cîhana min Saygılarımla, Hisên Baybas 30—09-2020