ÇAVÊN TE (Kürtçe Şiir)

ÇAVÊN TE (Kürtçe Şiir)
28 February 2026
Çavên te çavên serbilindan Dengê te dengê zanîst û serokan Şemla te şemla mêrxasan Tevgera ta tevgera rê zanan Tu dilê babê xweyî Tu taca serê babê xwe bî Heşt salîya te qedîya tu ketî sala nehîyan Jîyana te nehsed sal be Dil û canê te her tim şên û xweş be Destê Xwedê di nav destên teda bin Her karên te bi dilê te bin Rêberê te Xwedê be Gelê cîhanê bi qedrê te dilxweşbin Rîya te her tim vekıri be bi çira Xwedê Bêbextîya henik qewman dilê babê te tîrş dika Zilma neyaran bar nine ji babêtera Ji ber kû tu ronîya babê xweyî Ronîya min Arîan ê min Rojbûna te pîroz be Tu her bijî Arîan Keyqubat Hüseyin Baybaşin 19 Eylül 2006