KURD U KÜRDİSTAN (Kürtçe Şiir)

KURD U KÜRDİSTAN (Kürtçe Şiir)
28 February 2026
Em gelin gelê Kurd Bibirînin bi êşin Her tim serbilindin Yekîtî xwestin û welatparêzi Navê meye Dehl û çîya Kanî û çem Deşt û zozan Nig bi nig nexşa Kurdîstanê ye Kurdîstan warê me ye Êşa çarçiran Gelîya Zîlan Zilma li Amêde Dersîm û Qoçgirî Vana ê îro Vanê do û pêr Dîrokên tev Şehîdên bênav Bûn xwîn û can Bûn şerwan Şerwanên qehraman Şerwanên Kurdîstan Deng dan cİhanê Ji Kurdîstanê Li Berzan li Rojava li Zagros li Amedê Bûn ala yekîtîyê Şewq dan û gotin em gelên Gelên Kurdîstan Me pir zılmê dît Me pir xwîn û can da Lê belê Dewletên herî mezin Şah û padîşahên wan Key û Keyayên wan Alim û pêxemberên wan Zilma wan serê wan xwar Em Kurd u serbilind man Em Kurdin û em natirsin Emê xwîn û canê xwe nedin Kurdîstana me namûsa meye Emê namûsa xwe nedin neyaran Bila rind û xurt deng bê we Wan neyarên xwînxwar Nezan û xayînên me Liştok û cehşên me Şerm û barême ne Lê belê... Ew qeşmerê neyaranin Em Kurdin xwedîyê Medyanin Qewmê Qawanin em Em bûxwe agirin Em yek tenêzî bimînin Ji neyaranra serê xwe danaynin Emê qeşmeran bihêlînin û neyaran biqedînin Newroz sersala me ye Kurdîtî dîroka me ye Kurdên em naqedîn Bijî Kurdên azad Bijî Kurdîstana serbûxwe Her bijî Hüseyin Baybaşin, 30 Mart 2007