KURDİN WİN (Kürdçe şiir)

KURDİN WİN (Kürdçe şiir)
28 February 2026
Ji ber érîşan merevin. Bi serda bazdin. Bi serda bazdin u érîşan bipelçiqînin. Ji ber éş a birînan menalin. Menalin. Biqîrin. Biqîrin béjîn em Kurdin. Ewé éş ji we dur bikeve. Wexta qu win di tarîyé da tené man. Dil u béhna xwe teng mekin. Melul mebin. Bi deng é heré bilind, béjin em ne tenénin. Béjin em Kurdin, em ne Gelé jimaré ne.; Em Kurdin u Gelé eslî ne. Ku win tî u birçi man, xem mekin. Ku win bé mal u bé pere man. Xwe bé héz mebînin. Nig bi big péşva herin. Qet mewestin. Bizanibin qu win Kurdin u qewm é serbilindin. Win Kurdin u Gel é Arîanîne. Dest u nigén we di qeydan da bin. Win di heş u di dil é xwe da wan qeydan bihelînin. Dora we agir be Win av bibînin u qebul bikin. Tofan u naser dor li we bigrin, win mérg u çaîr bibînin. Berf, ba, teyrik u sermaé ji xwera bikin dibistan. Her dem u her tim bînin bîr a xwe qu win Kurdin. Wexta qu ezraîl péşîra we girt, bi ser bilindî jéra béjin, here réka xwe. Em eslé nemirin. Béjin, em Kurd u Kurdistanîne. Hüseyin Baybasin 25 Aralık 2014